Ehmed El-Hîlalî: Vê hefteyê hejmarek din a girtiyên endamên HSDê dê werin berdan

Ehmed El-Hîlalî: Vê hefteyê hejmarek din a girtiyên endamên HSDê dê werin berdan

Welat TV - Hewlêr

Cîgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê tîma serokatiya Sûriyê bo bicîkirina rêkeftina 29 Çileyê li gel HSDê Ehmed El-Hîlalî ragihand ku Hikûmeta Sûriyê pêvajoya tevlîkirina HSD ranewestandiye û hejamrek din a dîl û girtiyên HSD vê hefteyê dê werin berdan.

Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed El-Hîlalî di daxuyaniyekê de ji Welat TV re da zanîn ku Xwepêşandan mafekî destûrî ye û mafekî parastî ye, lê destdirêjiya ser dezgehên hikûmetê cihê şermezariyê ye.

El-Hîlalî da zanîn ku Hikûmetê pêvajoya bicîkirina rêkeftinê ranewestandiye, û hemû bendan bi cî dike di serî de doseyên mirovî.

El-Hîlalî got jî, Di dawiya vê hefteyê de, Hikûmetê dê hejmarek din a girtiyên HSD berde, û dibe ku ev hejmar a dawiyê be.