Perwerdeya Sûriyê mijara danpêdan bi bawernameyên "Rêveberiya Xweser" gotûbêj dike

Perwerdeya Sûriyê mijara danpêdan bi bawernameyên

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Perwerdeya Sûriyê Mihemed Tirko ragihand ku amadekariyên ji bo ezmûnên bawernameyên nehan û bekeloriya li Hesekê bi dawî bûne.

Mihemed Tirko li gel Şandiyê Serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê ya li gel HSDê ziyad El-Aiyş civiya, tê de danpêdan bi bawernameyên "Rêveberiya Xweser" hat gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyekê ji Wezareta Perwerdeyê, mîkanîzmên bicîkirina rêkeftina tevlîbûnê û gerentîkirina cîgiriya proseya Xwendinê li Parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêra Zorê hatin gotûbêjkirin.

Tirko Tekez kir ku kar li ser asankirina tomarkirina xwendevanên mektûm hate kirin û amadekariyên ji bo ezmûnên bawernameyên nehan û bekeloriya li wan deveran bi dawî bû, di nav de bawerenameyên ku ji aliyê "Rêveberiya Xweser" ve derketine.

Di dawiyê de herdu aliyan li ser standina gavan ji bo bidawîkirina tevlîkirina sîstema xwendinê, li hev kir.