Şam.. 2yemîn rûniştinên dadgehkirina berpirsên rêjîma hilweşandî
Welat TV - Hewlêr
Duyemîn rûniştinên dadgehkirina eşkere ya berpirsên mezin ên rêjîma hilweşandî li Koşka Dadweriyê ya Şama paytexta Sûriyê bi rê ve çû.
Atif Necîb berpirsê berê yê Ewlehiya Siaysî ya rêjîmê li Der'ayê li pêş dadgehê rawestiya, û tomet arasteyî wî hatin kirin.
Ji tometên arastiyî wî hatine kirin: Bikaranîna hêza tund di bûyerên Der'ayê de, kuştin, êşkencedan, girtina zarok û xwendekarên dibistanê û êşkencedana wan, kuştina girtiyan di bin êşkenceyê de, her weha serkutkirina xwepêşandanan û encamdana hejmarek komkujî.
Di rûniştinê de kesûkarên qurbaniyan, hejmarek ji endamên Komîta Niştîmanî ya Dadweriya veguhêz û nûnerên rêxistinên yasayî û mirovî yên navdewletî amade bûn.
Piştî arastekirina tometan, rûniştina lêpirsînê dûrî ragihandinê bi rê ve çû.