Sûriyê.. Emîndarê Giştî yê Serokatiyê, 2 wezîr û 4 parêzgarên nû hatin destnîşankirin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' hejmarek mersûm derbarê guhertinên wezarî û îdarî derxistin.
Ev yekemîn guhertin e di Hikûmetê de, piştî hilweşandina rêjîma Esed û ragihandina Hikûmeta veguhêz.
Mersûmên ku El-Şeri’ derxistine weha bûn: Ebdirehman Bedredîn El-E'ma ku parêzgarê Himsê bû weke emîndarê giştî yê Serokatiya Sûriyê hate destnîşankirin.
Xalid Fewaz Ze'rûr ku ragirê Kolêja Ragihandinê ya Şamê bû li şûna Hemza El-Mustefa weka wezîrê Ragihandinê hate destnîşankirin.
Basil Hafiz El-Siwêdan jî li şûna Emced Bedir, weke wezîrê Çandiniyê hate destnîşankirin.
*4 Parêzgarên nû
Mersûmên El-Şeri' destnîşankirina 4 parêzgarên nû jî li xwe girtin.
Ziyad El-Ayiş ku şandiyê Serokatiya Sûriyê ye ji bo bicîkirina Rêkeftina 29ê Çileyê li gel HSD, weke parêzgarê Dêra Zorê hate destnîşankirin.
Murhef Xalid El-Ne'san weke parêzgarê Himsê, Ehmed Elî Mustefa weke parêzgarê Laziqiyê, û her weha Xesan Ehmed weke parêzgarê Quneytira hate destnîşankirin.
Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê di 30ê Adara 2025an de hate avakirin ku ji 23 wezîran pêk tê.
Tu sedama van guhertinan bi fermî nehatiye ragihandin, lê di mehên bûrî de ji ber têkçûna rewşa abûrî xwepêşandan derketin, tevlî hilmetên ser soşyal medyayê, hevdemê rexneyên derbarê lawaziya karê Hikûmetê.