Du malbatên din ên kurd vegeriyan Efrînê
Welat TV - Hewlêr
Îro 22 Nîsana 2024an, malbateke kurd li Helebê vegeriya gundê xwe li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê.
Jêderekê ji gund ji Welat TV re ragihand: Mihemed Ebdulhemîs Hemo li gel malbata xwe vegeriyan gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê.
Da zanîn: Malbat derbiderî Helebê bûbû, pişît çend salan vegeriya warê xwe.
Jêderek din eşkerek kir: Piştî 13 salan ji penaberiyê li Turkiyê, malbateke kurd vegeriya bajarê Cindirêsa Efrînê.
Di 8ê Nîsanê de malbateke penber ji Herêma Kurdistanê vegeriya gundê Qaşa her weha malbateke din ji Turkiyê vegeriya gundê Ebîdanê.
Da diyarkirin: Her du gund ên navçeya Bilibê ne ku yek ji navçeyên herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê ye, piştî sala 2018an navçeya herî zêde hatiye tarîbkirin, lê di dema dawiyê de kurdên jê derketibûn vedigerin warên xwe.
Di Adarê de 7 malbatên kurd, ku çend salan li Heleb û Libnanê derbas kiribûn vegeriyan, gundên Xidriya, Zerê, Dîkê, Baliya û navenda navçeya Bilbilê.
Di 14ê meha borî de Serokatiya Hevpeymaniya Niştîmanî ya hêzên şoreş û oposizyona Sûriyê û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî civîna xwe li dar xistibû, her du aliyan mikanîzma vegera derbider û koçberkiriyan bo zêdê xwe û rêkarên liberdest bo dabînkirina keşûhewayeke baş ji bo gerentîkirina vegera xwebexş û aram gotûbêj kirin.
Di 2 heman mehê de Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûrî tekezî li ser girîngiya dabînkirina mercên guncaw ji bo vegera derbider û koçberkiriyên Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û deverên din bo zêdê xwe kirbû.