Barrack: Pêwendiya berdewam a HSD û Şamê giringiya diyaloga avaker diyar dike
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê Emerîka yê Taybet Bo Sûriyê Tom Barrack da zanîn ku berdewamiya pêwendiya Hikûmeta Sûriyê û HSDê girîngiya diyaloga avaker diyar dike.
Barrack di daxuyaniyekê de li ser tora civakî "X" got ku Qonaxa Dîrokî ya veguhêz li Sûriyê di pêşketinê de berdewam e.
Li gorî Barrack, Pêwendiya Berdewam di navbera Şam û HSDê de, girîngiya diyaloga avaker û pabendiya hevbeş ji bo Sûriyeyeke aram û yekgirtî bo tevaya xelkê wê, diyar dike.
Ev daxuyaniya Şandiyê Emerîka yê Taybet Bo Sûriyê hat derbarê dawîn proseya berdana girtiyên HSD yên Cem Hikûmetê de.
Syria’s historic transition continues to unfold in an important new phase. The sustained engagement between Damascus and the Syrian Democratic Forces highlights the value of constructive dialogue and a common commitment to a stable, peaceful, and unified Syria for all its people. https://t.co/LY3UlBEsp3
— Ambassador Tom Barrack (@USAMBTurkiye) May 10, 2026