Hind Qebewat: 200 zarokên girtiyan gihiştin kesûkarên xwe
Welat TV - Hewlêr
Wezîra karûbarên civakî û kar a Sûriyê vegerandina 200 zarokên girtiyan ên di serdema Rêjîma helwişandî de ragihand.
Wezîra karûbarên civakî û kar a Sûriyê Hind Qebewat di daxuyaniyekê de ragihand ku 200 zarokên girtiyan yên di serdema Rêjîma helwişandî de giheştin kesûkarên xwe.
Ji wê hejmarê 110 zarok ji Rêxistina SOS û 90 ji malên çavdêriyê ve hatin vegerandin.
Di destpêka vê meha Gulanê ve Komîta Lêkolînan ya eşkerekirina çarenivîşa zarokên girtiyan eşkere kir ku 194 zarok vegeriyane bo malbatên xwe û hîn lêgerîn li zarokên mayî berdewam e.
Komîteyê diyar jî kir ku ta niha wendabûna 314 zarokî di serdema Rêjîma helwişandî de belge kirine.