Holenda.. Hevkariya partiyên Kurdistanî beşdariya Kurdan di hikûmetê de gotûbêj kir

Holenda.. Hevkariya partiyên Kurdistanî beşdariya Kurdan di hikûmetê de gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Hevkariya partiyên Kurdistanî li Holendayê bihêzkirina beşdariya Kurdan di saziyên hikûmetê de gotûbêj kir.

Hevkariya partiyên Kurdistanî li bajarê Dordrecht li Holendayê civiyan û hejmarek mijarên girêdayê revenda Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di civînê de, tekezî li ser girîngiya piştevaniya kesayetiyên Kurd ên beşdar di jiyana siyasî de li Holendayê hate kirin.

Her wehaa çawaniya hemhengiyê di navbera partî û rêxistinên Kurdî de li Holendayê û handana ciwanên Kurd ji bo beşdariyê di jiyana siyasî û sivîl de hatin gengeşekirin.