Mûçeyên mamosteyên ku tevlî saziyên hikûmetê li Cizîrê bûne tên belavkirin

Mûçeyên mamosteyên ku tevlî saziyên hikûmetê li Cizîrê bûne tên belavkirin

Welat TV - Hewlêr

Rêveberiya Perwerdeyê li Hesekê mûçeyên mamosteyên ku bo saziyên hikûmeta veguhêz li Cizîrê hatine tevlîkirin belav dike.

Rêveberiya Perwerdeyê li Hesekê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ê Duşem, Sêşem û Çarşemê mûçeyên mamosteyên ku bo saziyên hikûmetê hatine tevlîkirin, belav dike.

Daxuyaniyê diyar kir ku roja Duşemê mûçe li navendên Şedadê, Erîşe û Mergede tên belavkirin.

Û roj Sêşemê jî mûçe li navendên Hol û Til Birak tên belavkirin.

Li navendên Til Koçer û Til Hemîsê jî mûçe roja Çarşemê tên belavkirin.

Tevlîkirina mamosteyên ku ber kar di saziyên ”Rêveberiya Xweser” dikir bo saziyên hikûmet veguhêz yek ji xalê rêkeftina 29ê Çileyê ye di navbera HSD û Şamê de.