Dergehê Girê Spî yê di navbera Sûriyê û Turkiyê de dikeve kar
Welat TV - Hewlêr
Dergehê Girê Spî yê sînorî di navbera Sûriyê û Turkiyê de îro dikeve kar.
Hikûmeta Turkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro dergehê Aqce Qel´e yê li hember dergehê Girê Spî li aliyê Sûriyê dikeve kar.
Daxuyaniyê da zanîn: Dergehê ku ji 2014an ve tevgera bazirganî û rêwiyan lê rawestiyaye, dê pêşwaziyê li rêwiyan ji û bo Sûriyê bike.
Li gorî daxuyaniyê, welatiyên Turk, Welatiyên Sûrî hilgirên karta niştecîbûnê ya Turkiyê û yên ku moleta wan a mayînê li Turkiyê yan jî moleta kar ku şûngir be ji moleta mayînê re, dikarin bi rêya dergehê tevgerê bikin.
Derbarê rewşên din, daxuyaniyê diyar kir ku daxwazên derbaskirina kelûpelan ji bo mebestên bazirganî û derbasbûna welatiyên Sûrî yên ku sîstema parastina demkî wan li xwe digire, dê werin nirxandin li gorî yasayên heyî.