10 endamên rêxistina DAIŞê ya terorîst li Sûriyê hatin girtin

10 endamên rêxistina DAIŞê ya terorîst li Sûriyê hatin girtin
10 endamên rêxistina DAIŞê ya terorîst li Sûriyê hatin girtin

Welat TV - Hewlêr

10 endamên rêxistina DAIŞê ya terorîst li Sûriyê hatin girtin.

Li gorî ajansa "Anadolu" ya Turkiyê li Sûriyê di operasyoneke hevbeş a istixbaratên Sûriyê û Turkiyê de 10 endamên rêxistina DAIŞê ya terorîst hatin girtin.

Jêderê got jî ku di nav wan de yekî ku destê wî di teqîna westgeha trênan de li Enqerayê hebû, hatiye girtin.
 
Ta niha jî aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Sûriyê tu zaniyarî di vê derbarê de belav nekirine.

Adara bûrî, Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihandibû ku Ewlekariya Navxwe li gundewarê Şamê operasyoneke ewlehî encam da û endamine şaneyeke rêsixitna DAIŞê girtin. Got jî ku ew operasyon bi hemahengî li gel istixbaratên Turkiyê hate encamdan.