Hejmareke din a girtiyan tên berdan

Hejmareke din a girtiyan tên berdan

Welat TV - Hewlêr

Sibe hejmarek girtiyên din ên HSDê yên li cem Hikûmetê têne berdan.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ragihand, ku di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileyê de, sibe Duşemê hejmareke nû ya girtiyên HSD tên berdan.

Navbûrî got jî, ev gav di çarçoveya hewlên niştîmanî ji bo bihêzkirina aramî û çespandina aştiya civakî de, tê.

Nûredîn Ehmed her weha got, ku erkê niştîmanî li ser wan ferz dike ku karê hevbeş berdewam bikin ji bo berjewendiya tevaya Sûriyan û parastina yekbûna Sûriyê, dûrî hemû şêweyên parçebûn û girjiyan.

Di destpêka vê meha Gulanê de çaremîn proseya berdana girtiyên HSD yên li cem Hikûmetê bi rê ve çû tê de 232 girtî hatin berdan.