El-Hîlalî bo Welat TV: 100 girtiyên HSDê dê werin berdan

El-Hîlalî bo Welat TV: 100 girtiyên HSDê dê werin berdan

Welat TV - Hewlêr

Îro Pêncemîn proseya berdana girtiyên HSDê yên cem Hikûmetê di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileyê de bi rê ve diçe.

Cîgirê Parêzgarê Hesekê û berdevkê Serokatiya Sûriyê Ehmed El-Hîlalî ji Welat TV re da zanîn ku îro 100 girtiyên din ên HSDê dê werin berdan.

El-Hîlalî got jî ku di nava wan girtiyan de endamên YPJ jî hene.

Di destpêka vê meha Gulanê de çaremîn proseya berdana girtiyên HSDê yên li cem Hikûmetê bi rê ve çûbû, tê de 232 girtî hatin berdan.