28 girtî bi bûneya cejna Qurbanê hatin berdan: "Hin ji Qamişlo ne"
Welat TV - Hewlêr
Bi dehan girtî li Efrînê bi bûneya Cejna Qurbanê hatin berdan.
Jêdereke taybet ji Efrînê ji Welat TV re got, 28 girtî bi bûneya cejna Qurbanê hatin berdan, hin ji wan ev bêtirî 2 salan bû girtîbûn.
Jêderê da zanîn jî ku di nav wan girtiyan de girtiyên ji Qamişlo jî hene.
Li gorî heman jêdera Welat TV, Rêveberiya Devera Efrînê û Rêveberiya Ewlekariya Navxwe biryara berdanê dane.