Serok Barzanî cejna Qurbanê li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dike

Serok Barzanî cejna Qurbanê li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dike

Welat TV - Hewlêr

Serok Barzanî cejna Qurbanê li misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku ev cejin bibe destpêkek ji bo baştirbûna rewşa Herêma Kurdistanê.

Serok Barzanî îro di nameyekê de bi bûneya cejna Qurbanê, pîrozbahî li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanî kir bi taybetî malbatên serbilind ên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê. 

Di nameya xwe de, Serok Barzanî da zanîn: Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku xêr, xweşî û bextewariyê ji bo hemû xelkê Kurdistan û cîhanê pêk bîne.

Serok Barzanî bang li alî û hêzên siyasî kir berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê bixin pêş berjewendiyên teng û piştî cejna Qurbanê li hev bicivin ji bo dîtina çareseriyekê ji rewşa siyasî re li Herêma Kurdistanê.

Di dwiya nameyê de, Serok Barzanî got: Hêvîdar im ev cejn bibe destpêkek ji bo baştirbûna rewşa Herêma Kurdistanê, derbaskirina pirsgirêkên siyasî û her wiha pêkanîna aştî, aramî û ewlehiya li herêma me û li seranserê cîhanê.