Komîta Wendabûyan: Her 6 zarokên Raniya El-Ebasî mirine

Komîta Wendabûyan: Her 6 zarokên Raniya El-Ebasî mirine

Welat TV - Hewlêr 

Komîta Niştîmanî a Wendabûyan li Sûriyê çarenivîsa zarokên Raniya El-Ebasî eşkere kir û diyar kir ku hatine kuştin.

Komîta Wendabûyan di daxuyaniyekê de îro 30 Gulana 2026an, got, li gorî encamên lêkolînan û zaniyariyên ku bi dest xistine, ew gihane wê derencamê ku her 6 zarokên Dr. Raniya El-Ebasî mirine.

Komîta Wendabûyan got jî berya ragihandina mirina wan zarokan bo raya giştî, hin endamên malbatê yên pêwendîdar hatin agahdarkirin.

Dr. Raniya Ebasî pizîşkeke diranan û lîstkvaneke navdewletî ya Şitrencê ye, xelka taxa Kurdan a Şamê ye, di 2013an di Istixbaratên Rêjîma Esed a hilweşandî, ew li gel hevjîn û her 6 zarokên wê girtin û tu zanyarî li ser çarenivîsa wan tune bûn.