Mezlûm Ebdî: Em kar ji bo çareserkirina doseya girtiyan dikin
Welat TV - Hewlêr
Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî da zanîn ku kar ji bo vegerandina hemû girtiyên HSDê bo kesûkarên wan di demeke nêzîk de, tê kirin.
Îro 31ê Gulana 2026an, Mezlûm Ebdî di civînekê de li gel malbatên girtiyên HSDê li Kobaniyê got, "Doseya girtiyan li cem me ji xalên bingehîn e û em kar ji bo çareserkirina vê doseyê di demeke nêzîk de, dikin".
Li gorî Mezlûm Ebdî hewldanên wan ji bo vegerandina hemû girtiyan bo kesûkarên wan berdewam in. Ji aliyê xwe ve, kesûkarên girtiyan di civîana li gel Ebdî banga bilezkirina rêkarên berdana girtiyan kir.
*Doseya Girtiyan
Pêncemîn proseya berdana girtiyên HSDê yên cem Hikûmetê di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileyê de beriya cejna Qurbanê bi rê ve diçe, tê de 88 girtî hatin berdan.
Tevî berdana hejmarek ji girtiyên, li bajar û bajarokên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandan bi rê ve diçin tê de banga diyarkirina girtiyên xwe dikin.