El-Hîlalî: Nêzîkî 1200 girtiyên HSDê yên cem Hikûmetê hatine berdan
Welat TV - Hewlêr
Cîgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê tîma Serokatiya Sûriyê Ehmed El-Hîlalî ragihand ku ta niha nêzîkî 1200 girtiyên HSDê yên cem Hikûmetê, hatine berdan.
Ehmed El-Hîlalî di daxuyaniyekê de ji Welat TV re got, "Piraniya girtiyên HSDê yên li cem hikûmetê girtî bûn, hatine berdan, û heta niha nêzkî 1200 girtî hatine berdan".
El-Hîlalî got jî, "Hin girtiyên HSDê ji bo dozên din daxwazkirî ne û divê rewşa wan bi awayekî yasayî were çareserkirin".
*"2000 malbat mane"
Derbarê Koçberkiriyên Efrînê, Ehmed El-Hîlalî da zanîn, "Nêzîkî 2000 malbatên ji Efrînî li Cizîrê mane û rêya vegerê ji bo wan vekirî ye û gelek malbat dixwazin li Cizîrê bimînin ji ber ku karê wan li wir e.