3 kes bûne qurbaniyên bûyereke çûnûhatinê li Der´ayê

3 kes bûne qurbaniyên bûyereke çûnûhatinê li Der´ayê

Welat TV - Hewlêr

3 kes bûne qurbaniyên bûyereke çûnûhatinê li gundewarê Der´ayê.

Îro li ser rêya di navabera bajarokê Itman û bajarê Da´il de, otombîl û motorsîklekî li hev xist, di wê bûyerê de, kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bo nexweşxaneya bajarê Tefis a niştîmanî hatin veguhestin û rewşa wan a tendirustî di bin çavdêriyê de ye.

Ji ber ajotina bilez û rewşa rêyan a xerab, ji destpêka salê ve gelek bûyerên çûnûhatinê li Sûriyê çêbûne, tê de bi dehaan kes bûne qurbanî.