Bavê zarokeke revandî bo HSDê: Keça min vegerînin

Bavê zarokeke revandî bo HSDê: Keça min vegerînin

Welat TV - Hewlêr

Malbata zarokeke revandî di rêya Welat TV re banga xwe gihand aliyên peywendîdar û berpirs da ku keça wan a ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê ve bo leşkeriya neçarî revandî ye, vegerînin.

Bavê keça kurd Erbîl Zuhêr Şêxo da zanîn: Ji 15 Berçileya 2023 de keça min li taxa Eşrefiyê ya Helebê ji aliyê HSDê ve revandî ye.

Eşkere kir: Dema ji dibistana xwe vedigeriya mal hat revandin, di wê demê de 16 salî bû me çiqas hewl da çarenivsa wê diyar bikin, lê ta niha me tu zanyarî bi dest xwe ve nexistine.

Bavê Elbîlê ku ji navçeya Şiyê ya herêma Efrînê ye, banga xwe gihand aliyên peywendîdar û berpirs da ku, vegerînin dibistanê û mala wê.

Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê, bi mebesta leşkeriya neçarî Hisên Ehmed Elsibih, ji şêniyên gundê Elfarat ê ser bi Minbicê ve ye revand. Bi xwe jidayîkbûyê 2008an e, bo leşkeriya neçar hatiye birin, malbata wî tiştekî li ser nizanin û metirsiya wan li ser jiyana wî heye.

HSDê di 16ê Nîsanê de Hemza El´ekam yê 12 salî ku ji derbiderên Humsê ye û li nêzîk nexweşxaneya Elfurat li Minbicê dijî girt û bo leşkergehekê li bajêr veguhest.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019an de li Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe nake û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha tu pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSDê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçar dikin.