Serok Barzanî: Çekên Pêşmerge dîrok, qurbanî, rûmet û baweriya Pêşmerge ne

Serok Barzanî: Çekên Pêşmerge dîrok, qurbanî, rûmet û baweriya Pêşmerge ne

Welat TV – Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de da zanîn ku Çekên Pêşmerge dîrok, qurbanî, rûmet û baweriya Pêşmerge ne.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, "Demek e, ji ber rewşa siyasî ya taybet, hin alî behsa çekên Pêşmerge dikin û nerînên şaş didin diyarkirin, lê divê hemû bi bîr bînin ku Pêşmerge ji xwîn, êş û hêsirên gelê Kurdistanê ji dayik bûne".

Serok Barzanî tekez kir ku "Çekên Pêşmerge ne tenê perçeyên hesin in, ew dîrok, qurbanî, rûmet û baweriya Pêşmerge ne. Çekên Pêşmerge soz û pabendbûna herdemî bo gel, xak û welêt in".