Parêzgarên Hesekê û Reqayê bihêzkirina aramiya civakî gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Parêzgarên Hesekê û Reqayê civiyan û bihêzkirina aramiya civakî gotûbêj kirin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed li gel berpirsê Ewlehiya Navxwe Merwan El-Elî û cîgirê wî Mehmûd Xelîl seredana Reqayê kir.
Nûredîn Ehmed li gel parêzgarê Reqa Ebdilrehman Selamê û hejmarek çalakî û kesayetên civakî civiya.
Li gorî ragihandina Parêzgeha Hesekê, rewşa giştî ya welatiyên Kurd li Reqa û rêyên bihêzkirina aramiya civakî hatin gotûbêjkirin.
Her weha tekezî li ser giringiya hewlan ji bo asankirina vegera malbatên derbider bi şêweyekî ewleh û bi rûmet hate kirin.