4 Roj in ciwanekî ji Hesekê wenda bûye

4 Roj in ciwanekî ji Hesekê wenda bûye
4 Roj in ciwanekî ji Hesekê wenda bûye

Welat TV - Hewlêr

4 Roj in ciwanê Kurd Isamîl Elî Faris li taxa Neşwê ya Hesekê wenda ye û malbata wî daxwaz dike her kesekî ku tiştekî li ser bizane bila wan agahdar bikin.
 
Xwîşka Ismaîl Faris ji Welat TV re got ku ev 4 roj in birayê wê li taxa Neşwê ya Hesekê wenda bûye û ew tiştekî li ser nizanin.
 
Got jî: "Ew ji taxa Kelasê çûbû mala xwîşka xwe li taxa Neşwê û dema ku ji wir vedgeriya wenda bû û heta niha em tiştekî li ser nizanin". 

Li gorî malbatê, wan hêzên ewlekariyê aghdar kirine, lê hîn tiştek diyar nebûye.
 
Malbata Ismaîl got jî ku kurê wan tu karî nake û take birayê 4 xwîşkan e.