Serê Kaniyê.. civînek ji bo vegera koçberkiriyan li dar ket

Serê Kaniyê.. civînek ji bo vegera koçberkiriyan li dar ket

Welat TV - Hewlêr

Civînek li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê li dar ket û tê de hejmarek doseyên girêdayî rewşa koçberkiriyan û rewşa xizmetguzarî hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de her yek ji Fermandarê Ewlekariya Hesekê Emîd Merwan El-Elî, û cîgirê wî Emîd Mehmûd Xelîl, her weha rêveberê deverê Ebdula Ceş’em û rêveberê ewlekariyê li Serê Kaniyê Mehmûd Salih beşdar bûn.

Li gor medyaya nêzîkî HSD, hejmarek doseyên xizmetguzarî û ewlehî yên girêdayî deverê hatin gotûbêjkirin, di serî de bilezkirina karên rakirina mayînan, û amadekirina rewşa guncaw ji bo vegera derbideran bi awayekî ewleh hat kirin.

Medyaya nêzîkî HSD diyar kir ku di civînê de doseya westgeha Elok û çawaniya dîtina çareseriyên guncaw ji vê doseyê hatin gotûbêjkirin.