Bi cilûbergên Kurdî hat xelatkirin.. Parêzgarê Helebê soza başkirina rewşa Kobaniyê da
Welat TV - Hewlêr
Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb seredana Kobaniyê kir û tekez kir ku ew ê rewşa xizmetguzarî li deverê baş bikin.
Ezam Xerîb îro gihişte Kobaniyê û bi rêveberê devera Kobaniyê Ibrahîm Muslim û berpirsên wê yên rêvebirî, û herdu Nûnerên Kobaniyê di perlemana Sûriyê de re civiya.
Parêzgarê Helebê di civînekê de li gel xelkê bajêr tekez kir ku ew kar dikin ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî li Kobaniyê.
Xerîb di destpêka gotina xwe de bi Kurdî bixêrhatina xelkê kir, her weha cilûbergên Kurdî weke diyarî bo parêzgarê Helebê hatin pêşkêşkirin.
Ev yekem serdana parêzgarê Helebê ye ji bo devera Kobaniyê, piştî bicîkirina xalên rêkeftina 29ê Çileyê.