Trump: El-Şeri´ dê bi alîkariyê di şerê li dijî "Hizbulah" de kêfxweş be

Welat TV - Hewlêr

Serokê Emerîka Donald Trump ragihand ku Sûriyê dikare piştevaniyê di şerê li dijî ”Hizbulah” a Libnanî de bike û diyar kir El-Şeri´ dê bi wê yekê kêfxweş be.

Trump îro da zanîn ku ew û serkwezîrên Israîlê Binyamîn Netinyaho gihîştine lihevtêgihiştineke nayab derbaê êrîşên li dijî ”Hizbulah” û ew jiyaneke baştir ji xelkê Libnanê re dixwaze.

Trump diyar kir jî ku Sûriyê dikare piştevaniyê di şerê li dijî ”Hizbulah” de bike: El-Şeri´ dê bi şerê li dijî ”Hizbulah” kêfxweş be

Li gorî Donald Trump ew piştevaniya êrîşên Israîlê li dijî ”Hizbulah” dike.

Ji 2yê Adarê ve, êrîşên Israîlê li dijî Hizbulah berdewam in, di wan êrîşan de bi hezaran kes hatin kuştin û birîndar bûn, her weha ziyanên madî yên mezin gihîştin jêrxaneyên Libnanê