1600 malbatên Efrînî ji Qamişlo û Dêrikê vedgerin
Welat TV - Hewlêr
Duh, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û şanda Serokatiya Sûriyê ji bo cîbicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê civiyan.
Di civînê de herdu aliyan pirsa vegera ewele ji bo koçberkiriyên Efrînê bo ser mal û milkên xwe gotûbêj kir.
Di beşekî din ê civînê de mêkanîzmên vegerandina koçberkiriyên Şehba û Serê kaniyê di dema bê de hate behskirin û tekezî li ser wê yekê hate kirin ku pilaneke ji bo vegera wan were danîn û hemû astengî li pêş vegera wan werin rakirin.
Rûpela Fermî ya parêzgeha Hesekê diyar kir ku amadekarî ji bo vegera 1600 malbatên Efrînê di vê heftiyê de ji bo ser cih û warên wan tê kirin.
Medyaya HSDê belav kir ku sibe karwanekî koçberkiriyên Efrînê ku ji 1700 malabtan pêk tê ji Qamişlo û Dêrikê vedgerin cihên xwe.