Meka.. Xuleke fêrkirina Zimanê Kurdî bo heciyên Sûriyê hate lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Mekayê xuleke fêrkirina Zimanê Kurdî bo Heciyên Sûriyê hate lidarxistin.
Mamosteyê Xulê Ebdulrehîm Meqsûd ji Welat TV re got "Li ser daxwaza Rêveberiya Hecê ya Sûriyê, xuleke Zimanê Kurdî ji bo heciyên Parêzgehên Hesekê, Reqa, Dêra Zorê û Heleb û Şamê hate vekirin".
Meqsûd da zanîn ku, "Vê Xulê bo dema 3 rojan berdewam kir".
Mamosteyê Xulê Ebdulrehîm Meqsûd diyar kir ku "Di xulê de beşdarbûyî fêrî gotinên rojane bi zimanê Kurdî bûn".