Wezareta Navxwe: Me şaneyeke girêdayî rêjîma hilweşandî li Idlibê girt

Wezareta Navxwe: Me şaneyeke girêdayî rêjîma hilweşandî li Idlibê girt

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Navxwe ragihand ku hêzên wê şaneyeke girêdayî rêjîma hilweşandî li Idlibê girt.

Wezaretê di daxuyaniyekê de wêneyên 10 kesan belav kirin û da zanîn ku ew endamên şaneyeke terorî ya girêdaya rêjîma Esed a hilweşandî ne.

Li gorî daxuyaniyê, wê şaneyê li ser fermana istîxbaratên rêjîma hilweşandî toreke sîxoriyê bi rê ve dibir.

Daxuyaniyê da zanîn jî, ku kesên girtî dan bi encamdana teqînan kiriye, weke teqîna filkeya lîstgehê, û ya Sebi´ Behrat û kolanên 30 û 40 li Idlibê serbarî teqînên li bajarê Cisir Şi´ûr.

Di vê derbarê de, Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku wê ta niha 3 hezar û 696 ji tawankarên rêjîma rêjîma Esed a hilweşandî girtine, di nav de berpirsên leşkerî yên pilebilind hene, û ew ê di girtina tawankaran de berdewam bin ji bo bicîkirina dadweriyê.