Sûriyên li Turkiyê dikarin bê dana baca otombîlan derbasî welatê xwe bibin
Welat TV - Hewlêr
Sûriyên ku li Turkiyê dimînin dikarin meheê carekê bi otombîla wxe ya taybet derbasî Sûriyê bibin bê dana baca derbasbûnê ya otombîlan.
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê ya Sûriyê biryara jimare 59 derxist ku rê dide Sûriyên li Turkiyê dimînin bi otombîlên xwe yên taybet derbasî Sûriyê bibin bê dana baca derbasbûnê.
Desteyê da zanîn jî ku derbasbûna bê dana bacê mehê carekê bedrest e û eger welatiyên Sûrî yên ku li Turkiyê dimînin di mehekê de zêdetirî carekê serdana welatê xwe bikin, ew ê baca derbasbûnê ya carên din bidin.
Li gorî Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê ev rêkar ji bo kêmkirina têçûnan e li ser welatiyên Sûrî yên ku li Turkiyê dimînin û dixwazin serdana welatê xwe bikin her weha peywendiyên civakî bi hêz dike.