El-Hîlalî: Qonaxa duyem a vegerandina regeznameyê bo welatiyên Kurd dest pê dike

El-Hîlalî: Qonaxa duyem a vegerandina regeznameyê bo welatiyên Kurd dest pê dike

Welat TV - Hewlêr

Cîgirê Parêzgarê Hesekê û berdevkê tîma serokatiya Sûriyê Ehmed El-Hîlalî da zanîn ku amadekarî tên kirin ji bo qonaxa duyem ji doseya vegerandina regeznameyê bo welatiyên Kurd û kar tê kirin ji bo girtina zîndanên ne fermî.

Ehmed El-Hîlalî ji medyaya Erebî re ragihand ku zêdetirî 1200 endamên berê yên HSDê û bi sedan girtiyên din hatine berdan û kar tê kirin ji bo girtina zîndanên ne fermî.

El-Hîlalî got jî ku lîsteyên destpêkî yên tevlîbûna endamên ”Asayîşê” bo Wezareta Navxwe derdora 9000 endamî li xwe digire li gorî pêvanên yasayî û tendirustî.

Ehmed El-Hîlalî diyar kir ku Kompaniya Sûrî ya Petrolê zeviyên Rimêlan û Siwêdiyê wergirtin û li gel kompaniya HKN a Emerîkî rêkeftin çêbûye da ku wan zeviyan bi rê ve bibe û rola xelkê deverê di parastina sazî û zeviyên petrolê dê sereke be û tevlîbûna kompaniyên xizmetguzariyê yên "Rêveberiya Xweser" di heyama 2 mehan de temam dibe.

Derbarê dergehên sînorî yên li devera Cizîrê, Ehmed El-Hîlalî got ku dergehên Til Koçer û Sîmalka ketine kar û vebûna dergehê Qamişlo – Nisêbîn girêdayî ye bi temambûna pêwîstiyên seqamgîriya ewlehî û karên teknîkî.

Li gorî Cîgirê Parêzgarê Hesekê amadekarî têne kirin ji bo qonaxa duyem ji doseya vegerandina regeznameyê bo welatiyên Kurd ku armanc ji wê doseyê vegerandina mafan bo xwedanan e.