10 serbazên Sûrî di êrîşekê de li ser rêya Til Temir – Serê Kaniyê birîndar bûn
Welat TV - Hewlêr
Jêderên Xwecihî da zanîn ku artêşa Sûriyê rastî êrîşekê li ser rêya Til Temir – Serê Kaniyê hat û derdora 10 serbazên wê birîndar bûn.
Li gorî jêderên xwecihî, berbanga îro kesine nenas êrîşî bolmaneke artêşa Sûriyê li ser rêya Til Temir – Serê Kaniyê kir.
wan jêderan diyar kir ku di wê êrîşê de, derdora 10 serbazên artêşa Sûriyê birîndar bûne.
Ta niha Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê tu daxuyaniyên fermî derbarê aliyê berpirs di ber êrîşê de yan hejmara birîndaran dernexistine.
Beriya çend rojan jî, DAIŞê êrîşî navendeke ewlehî li Reqayê kir, endamekî hêzên ewlehiyê hat kuşrin û 3 birîndar bûn.