Dozgerê Giştî li Sûriyê: Beşar Esed destwerdan di rakirina kezeba girtiyekî de kiribû
Welat TV - Hewlêr
Dozgerê Giştî li Sûriyê Hesan El-Turbe ragihand ku hemû encamderên tawanan li dijî gelê Sûriyê dê werin sizadan.
Hesan El-Turbe ji kenala fermî ya Sûriyê re da zanîn ku gavên cidî di doseya dadweriya veguhêz de li Sûriyê tên avêtin û hemû encamderên tawanan tên sizadan.
Li gorî El-Turbe, belge li cem wan hene ku serokê rêjîma hilweşandî Beşar Esed û birayê wî Mahir Esed destwerdan di rakirina kezeba girtiyekî de li nexweşxaneya Tişrîn a leşkerî li Şamê kiriye.
El-Turbe diyar kir ku wan nasnameya wî girtî hîn nas nekiriye lê li gorî zanyariyên wan tendirustiya wî baş bû û tûşî tu nexweşiyan nebûbû.
Daxuyaniyên El-Turbe tên piştî derketina xwepêşandan li hejmarek dever, ku tê de xelk banga sizadana encamderên tawanan û bicîkirina dadweriyê dikin.