Malbateke Amdûê: Zarokekî me li deriyê Sêmalka wenda bûye
Welat TV - Hewlêr
Zarokekî ji Rojavayê Kurdistanê li deriyê Sêmalka yê sînorî di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de wenda bû.
Zarokê bi navê Mîran Dêrsim Dawûd ku nexweşê otîzmê ye li deriyê Sêmalka wenda bûye û kesûkarên wî banga alîkariyê ji bo dîtin wî dikin.
Şivan Dawûd, apê zarokê bi navê Mîran ji Welat TV re got, Biraziyê min nexweşê otîzmê ye dema ku bi malbata xwe re ji Hewlêrê çûbû gundê Til Xenzîr ê Amûdê û dema malbat ji Amûdê vedigeriya Hewlêrê li deriyê Sêmalka wend bûye.
Şivan Dawûd diyar kir ku nayê zanîn Mîran ketiye nav çemê Dicleyê yan çûye cihekî din, û bang li her kesî kir ku alîkariya wan bikin bi her zanyariyekê derbarê çarenivîsa wî.