Kesûkarên Mîran Dawûd bangê li Herêma Kurdistanê dikin ji bo lêgerînê li wî

Kesûkarên Mîran Dawûd bangê li Herêma Kurdistanê dikin ji bo lêgerînê li wî

Welat TV - Hewlêr

Kesûkarên zarokê bi navê Mîran Dawûd yê ji Amûdê ku li deriyê Sêmalka wenda bûbû li ser ava çemê Dicle li wî digerin û bangê li hikûmeta Kurdistanê dikin ku alîkariya wan bike ji bo dîtina Mîran.

Îro hejmarek kesûkarên Mîran Dawûd ê 7 salî ku nexweşê otîzmê ye û ji duh sibehê ve li deriyê Sêmalka wenda bûye, li ser ava çemê Dicle li wî digerin.

Li gorî kesûkarên Mîran egereke mezin heye ku Mîran ketibe ava Dicle û bangê li hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku tîmên hawarçûnê rêke da ku alîkariya wan di lêgerînê de bike.

Mîran û malbata xwe li Hewlêrê diman, ew û dayîka xwe bi serdan çûbûn gundê Til Xenzîr ê Amûdê û duh dema vedigeriyan Herêma Kurdistanê Mîran li deriyê Sêmalka wenda bû.