Gundewarê Dirbêsiyê.. Rawestandina ceneretoran rewşa xelkê zehmetir kiriye

Gundewarê Dirbêsiyê.. Rawestandina ceneretoran rewşa xelkê zehmetir kiriye
Gundewarê Dirbêsiyê.. Rawestandina ceneretoran rewşa xelkê zehmetir kiriye

Welat TV - Hewlêr

Nebûna mazota ceneretoran û birîna elektrîkê, jiyana xelkê li gundên gundewarê Dirbêsiyê zehmet kiriye û banga çareseriyeke bilez dikin.

Jêderekê ji Welat TV re got ku ev 3 roj in mazota xizmetguzarî li ser ceneretorên sîstema 8 demjimêrî yên bi ser "şaredariya Sêgir" ve li gundewarê Dirbêsiyê hatiye birîn û ji ber vê yekê ceneretor rawestiyane.

Jêderê got jî ku tevaya xelkê gundewarê Dirbêsiyê ava vexwarinê ji bîrên malan ku li ser elektrîkê kar dikin, dabîn dikin, û pêwîstiya sewal û çandiniya wan jî bi avê heye: "Ji ber vê pirsgirêkê rewşa wan pir zehmet bûye û barê wan giran e".

Her li gorî jêdera Welat TV, ji beriya 2 mehan ve elektrîka giştî jî tune ye û elektrîk li ser nêzîkî 200 gundî li gundewarê Dirbêsiyê hatiye birîn.

Xelkê gundewarê Dirbêsiyê dibêjin ku bi tenê ceneretorên wan hatine rawestandin û ev biryara komîta sotemeniyê ziyanê dighîne wan, û daxwaza dîtina çareseriyeke bilez dikin.