Balafirine şer hejmarek êrîş li gundewarê Heleb û Idlibê encam dan
Welat TV - Hewlêr
Li gundewarê Idlib û Helebê hejmarek êrîşên esmanî ku tê gumankirin ên Hevpeymaniya Navdewletî bin hatin encamdan û 2 kesan ku yek ji wan serkirdeyekî rêxistina "Huras El-Edîn" e, hatin kuştin.
Şeva bûrî balafiran kesek li ser matorsîklekê li ser rêya di navbera Tiladî li gundewarê Helebê û Meşhed Rohîn li gundewarê Idlibê bombebaran kir, li gorî jêderan ew kes di cî de hate kuştin.
Jêderan da zanîn jî, du teqînan hin otombîl li gundewarê Helebê armanc kirin, her weha balafiran bi hejmarek êrîş baregeheke endamine Turkistan li gundewarê Cisr El-Şuxûr li Idlibê bombebaran kirin.
Jêderan da zanîn ku di êrîşan de Samî El-Irêdî serkirdeyê Grûpa "Huras El-Dîn" a girêdayî rêxistina El-Qaîde ve hatiye kuştin.