DAIŞ êrîşa Minbicê li xwe digire

DAIŞ êrîşa Minbicê li xwe digire

Welat TV - Hewlêr

DAIŞê kuştina serbazên artêşa Sûriyê li Minbicê li xwe girt û bi fermî ragihand.

Rêxisitina DAIŞa terorîst di ragihandinekê de kuştina 2 serbazên artêşa Sûriyê li Minbicê li xwe girt.

Duh 20 Hezîrana 2026an, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku 2 serbazên artêşê li nêzîkî bajarê Minbicê li bakurê rojhilatê Helebê rastî êrîşeke çekdarî hatin, di encamê de herdu hatin kuştin.

Pêncşema bûrî, kesine nenas êrîşî bolmaneke artêşa Sûriyê li ser rêya Til Temir – Serê Kaniyê kiribû, di encamê de serbazek hat kuştin û 12ê din birîndar bûn.