Serok Barzanî û Usama El-Nuceyfî tekeziyê li ser hevkarî û hemahengiyê dikin

Serok Barzanî û Usama El-Nuceyfî tekeziyê li ser hevkarî û hemahengiyê dikin

Welat TV - Hewlêr 

Serok Mesûd Barzanî û Emîndarê Partiya "Mutehîdûn" Usama El-Nuceyfî li Pîrmamê civiyan, û rewşa siyasî gotûbêj kir.

Îro 21ê Hezîrana 2026an, Baregeha Barzanî ragihand ku di civînê de, "Rewşa siyasî li Iraqê û derfetên li pêş proseya siyasî hatin gotûbêjkirin".

Baregehê diyar kir ku "Ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan Serok Mesûd Barzanî û Emîndarê Partiya "Mutehîdûn" Usama El-Nuceyfî tekezî li ser hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên siyasî de kir".