Serok Barzanî û Balyozê Rûsiya li Iraqê rewşa Sûriyê gotûbêj kir

Serok Barzanî û Balyozê Rûsiya li Iraqê rewşa Sûriyê gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Serok Barzanî û Balyozê Rûsiya li Iraqê Êlbros Kotraşêv, li Hewlêrê civiyan û rewşa Sûriyê ji mijarên civînê bû.

Baregeha Barzanî îro di daxuyaniyekê de ragihand ku Serok Barzanî û Êlbros Kotraşêv li Pîrmamê li Hewlêrê bi beşdariya Konsilê Giştî yê Rûsiya li Herêma Kurdistanê Maksîm Robin civiyan û dawîn pêşhate û rewşa siyasî ya deverê gotûbêj kirin.

Daxuyaniyê da zanîn ku Balyozê Rûsî rola serkirdayetiya siyasî li Herêma Kurdistanê û hilbijartina wan ji xwegirtinê re derbarê şer û girjiyên dawiyê li deverê, bilind nirxand.

Baregeha Barzanî diyar kir ku civînê ronahî xist ser rewşa Sûriyê, peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî ya nû li Iraqê û piroseya siyasî li Herêma Kurdistanê.

Daxuyaniyê got jî ku di civînê de tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsiya hate kirin.