Rûberên berfireh şewitîn.. Agir bi zeviyên Cizîrê ketin

Rûberên berfireh şewitîn.. Agir bi zeviyên Cizîrê ketin

Welat TV - Hewlêr

Agir bi rûberên berfireh ên zeviyên genim li gundewarên Qamişlo, Dêrik û Dirbêsiyê ketine û li gorî zanyariyan ziyan bi mliyonên dolaran gihîştine cotkaran.

Îro agir bi zeviyên Qamişlo, Dêrik û Dirbêsiyê ketin, rûbereke berfireh ji zeviyên genim şewitî û dû û doman bi esmanê deverê ketiye.

Li gorî zanyariyên ku Welat TV ji jêderên xwecihî bi dest xistine, ji ber wan agiran ziyan bi milyonên dolaran gihîştine cotkarên deverê.

Jêderan diyar kir ku karînên tîmên vegerandina agir kêm in li hember agirên ku  belav bûne û ew agir hîn nehatine vegerandine.

Duh jî derdora 100 donimî ji zeviyên genim û 15 donim pirêze li Gundê Sîha li rojavayê gundewarê Hesekê şewitîn.

Ji destpêka demsala çinînê ve, bi dehan agir bi zeviyên ceh û genim li Rojavayê Kurdistanê ketine û ziyanên madî yên mezin gihîştine cotkaran.