Rêveberiya Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan li Hesekê: 40 tîmên me rûbirûyî agiran dibin

Rêveberiya Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan li Hesekê: 40 tîmên me rûbirûyî agiran dibin

Welat TV - Hewlêr

Rêveberiya Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan li Hesekê ragihand ku 40 tîmên wê rûbirûyî agirên Hesekê dibin.

Rêveberiyê di daxuyaniyekê de îro da zanîn ku 40 tîmên wê hewl didin agirên Hesekê kontirol bikin û bilezbûna bayê û hebûna mayîna li hin deveran astengiyan li pêş wan derdixin.

Daxuyaniyê diyar kir ku Wezareta Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan tîmên vemirandina agiran ji Reqa û Dêra Zorê şandine Hesekê ji bo kontirolkirina agiran.

Rêveberiyê got jî ku agir li navçeyên Til Birak, Til Hemîs û Til Koçerê bi awayekî zêde belav dibin.

►Her weha bixwîne.. Agir bi zeviyên Cizîrê ketin