Rêveberiya Çandiniyê: 4248 donim zevî li 35 cihan li parêzgeha Hesekê şewitîn

Rêveberiya Çandiniyê: 4248 donim zevî li 35 cihan li parêzgeha Hesekê şewitîn

Welat TV - Hewlêr

Duh Sêşemê agir bi zeviyên gundewarên Dêrik, Qamişlo, û Hesekê ketin, rûberekî berfireh bi qasî hezarên doniman ji zeviyên genim û ceh û pirêzeyan şewitîn.

Li gorî Rêveberiya Çandiniyê ya Hesekê, ziyanên şewatan li Deverên cuda weha Belav bûn: Li gundewarê Dêrikê nêzîkî 500 donim zevî şewitîn, li Til Koçer 990 donim, li Tirbespiyê 1740 donim, li Qamişlo û gundewarê wê 828 donim, her weha li gundewarê Hesekê 190 donim zevî Şewitîn.

Ji aliyê xwe ve jî Wezareta Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan a Sûriyê ragihand ku tîmên wê bi alîkariya xelkê ,hemû agirên li Deverê kontrol kirin. 40 tîm di proseya vemirandinê de beşdar bûn û ziyanên canî nehatine tomarkirin.

Wezaretê da zanîn jî ku ew şewat li zêdeyî 35 cihan li deverên Cuda yên Cizîrê çêbûn, bilindbûna pileyên germê û lezatiya bayê û hebûna giyayê hişk, hişt ku agir berfirehtir bibe.

Jêderên xwecihî tekez kir ku şewata duh li Cizîrê li zeviyên çandiniyê ranewestiya û gihişte hin mal, baxçe û bîrên çandiniyê. Cotkar û Xelkê deverê jî gazinan dikin û dibêjin karînên tîmên vegerandina agir kêm in, û bersivdan ji Şewatan re zû nagihe.