Hêzên Ewlehiya Hundirîn: Tawana li Dêrikê li ser bingeha pirsgirêkine kevin bû

Hêzên Ewlehiya Hundirîn: Tawana li Dêrikê li ser bingeha pirsgirêkine kevin bû

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Ewlehiya Hundirîn li Hesekê daxuyaniyek derbarê êrîşa li Dêrikê ku tê de 3 kes bûne qurbanî derxist û da zanîn ku tawan li ser bingeha pirsgirêkine kevin bû.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn îro ragihand ku kesê bi nave Şekûhê Murad bi rêya çekeke ji curê Kilaşînkov êrîşê mala welatiyê bi navl Mihemed Hamid kiriye li ser bingeha pirsgirêkine kevin.

Daxuyaniyê diyar kir ku di wê êrîşê de jina bi navê Hesna Umer û zaroka bi navê Nalîn Hesam hatin kuştin û bavê wê zarokê Ehmed Hesam birîndar bû.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn da zanîn ku kujer piştî encamdana tawanê reviyaye û hêzên wê dê di amadebaşiyê de bin ta girtina wî.

Beriya du rojan, ew tawan li taxa Sor li bajarê Dêrikê çêbû û di encamê de 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû.