Dêrik.. 11 Girtî ji zindaneke bajêr reviyan

Dêrik.. 11 Girtî ji zindaneke bajêr reviyan

Welat TV - Hewlêr 

11 girtî ji zindaneke Dêrikê reviyan, Hêzên Ewlekariya Navxwe li Hesekê ragihand ku 10 ji wan girtiyan careke din girtine, yê din jî hîn wenda ye.

Jêderên xwecihî da zanîn ku Şeva derbasbûyî dengê teqeyeke zêde li bajarê Dêrikê hat bihîstin, derket ku 11 girtiyan ji zindana bajêr reviyan û hêzên ewlekariyê li pey wan ketiye.

*"Ne girtiyên DAIŞê ne"

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Navxwe li Hesekê di daxuyaniyekê de got, dengoyên behsa reva 11 girtiyên DAIŞê ji zindaneke Dêrikê ne rast in û ew 11 girtiyên ku reviya bûn, ne endamên DAIŞê bûn, lê bi tohmetên encamdana tawanan hatine girtin.

Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê got jî, 10 ji wan girtiyan careke din girtine, lê hîn yê din nehatiye girtin, û lêgerîn berdewam dike.