12 Malbatên DAIŞê ji kampa Roj ya Dêrikê bo Indonesia tên veguhestin
Welat TV - Hewlêr
Hejmarek ji malbatên DAIŞa terorîst ku hilgirên regeznameya Indonesia ne ji kampa Roj bo welatê wan têne vegerandin.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, 12 malbatên DAIŞa terorîst ku hilgirên regeznameya Indonesia ne ji Kampa Roj ya gundewrê Dêrikê hatin derxistin ji bo vegerandina wan bo welatê wan.
Kampa Roj li Gundewarê Dêrikê yek ji kampên ku malbatên rêxistina DAIŞê ya terorîst ji regeznameyên, Sûrî, Erebî û biyanî li xwe digire.
Di Gulana bûrî de karwanê dawî yê malbatên ji hilgirên Regeznameya Usrtralî hatibûn radestkirin.
*Hikûmeta Sûriyê bang li welatan dike
Duh di civîneke Encûmena Ewlehiyê de nûnerê Sûriyê li Netewên Yekbûyî Ibrahîm Ulebî got ku bi hezaran zarok li Kampên Hol û Roj yên gundewarên Hesekê û Dêrikê hene û daxwaz ji welatên wan kir ku wan vegerînin.
Ulebî got jî ku "Sûriyê bang li welatên pêwendîdar dike ku bi berpirsayetiyê beramberî welatiyên xwe yên li van kampan rabin, û wan vegerînin".