Rêveberiya Hawarçûnê li Hesekê bangê li xelkê dike ji bo kêmkirina agiran

Rêveberiya Hawarçûnê li Hesekê bangê li xelkê dike ji bo kêmkirina agiran

Welat TV - Hewlêr

Rêveberiya Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan li Hesekê bang li ajokarên patosan û xelkê deverê kir ku bi rêkarên pêwîst rabin ji bo kêmkirina agiran.

Rêveberê Rêveberiya Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan li Hesekê Ebdulhelîm Şihab bang li xwediyên patosan kir ku agirkujên destî bihewînin ji bo serederiyê li gel her çirûskekê ku dibe bibe sedema şewata zeviyan.

Ebdulhelîm Şihab bang li xelkê kir ku pûş û zeviyên çandî neşewitînin û pûşê dora malan û panelên enerjiya rojê biçinin da ku egera vêketina agiran kêm bibe.

Şihab her weha banga rakirina hêlên veguhestina elekitrîkî yên ne yasayî kir, ku di hin piroje de tên bikaraîn û dibe çirûskên ku ji wan derdikevin bibin sedema vêketina agiran.

Ji destpêka demsala çinînê ve, bi hezaran hiktar zeviyên çandiniyê li devera Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê şewitîne û ziyanên madî yên mezin gihîştine cotkaran.