50 donim zeviyên genim li Dêrikê şewitîn

50 donim zeviyên genim li Dêrikê şewitîn

Welat TV - Hewlêr

Agir bi zeviyên gundewarê Dêrikê ket û derdora 50 donimî şewitîn, bi tena xwe bi destan û terektoran rûbirûyî agir bûn û ew kontirol kir.

Îro agir bi zeviyên di navbera gundê Qesir Dîb û Bane Qesrê ket, nûçegihanê Welat TV da zanîn ku ji ber wî agirî derdora 50 donimî şewitîn.

Nûçegihanê Welat TV diyar kir ku agir bi patosekê li nava zeviyekî ket û berfireh bû û bi zeviyên derdorê ket.

Her weha nûçegihan Welat TV got jî ku xelkê deverê bi tena xwe bi destan û terektoran rûbirûyî agir bûn û ew kontirol kir.

Ji destpêka demsala cinînê ve, agir bi hezaran hiktar ji zeviyên Rojavayê Kurdistanê ketine û ziyanên mezin gihiştine cotkaran.

►Her weha bixwîne.. Rêveberiya Hawarçûnê li Hesekê bangê li xelkê dike ji bo kêmkirina agiran