3 dibistanên ji Cizîrê di Qehremaniya Sûriyê ya Taykwando de beşdar in

3 dibistanên ji Cizîrê di Qehremaniya Sûriyê ya Taykwando de beşdar in
3 dibistanên ji Cizîrê di Qehremaniya Sûriyê ya Taykwando de beşdar in

Welat TV - Hewlêr

Îro qehremaniya lîstika Taykwando li Şama paytexta Sûriyê dest pê kir, 3 tîm ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê beşdar in.

Piştî 14 salan ji dûrbûnê, îro hersê tîmên dibistanên (Pilingên Taykwando, Bazên Taykwando û Daido) ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê li Şamê ne û beşdarî qehremaniya wî welatî dibin. 

Rahênerê dibistana Bazên Taykwando Nazim Ehmo ji Welat TV re got ku ji ber sedemên girtina rêyan wan salên bûrî nedikarî beşdarî vê qehremaniyê bibin. 

Di vê qehremaniyê de ne tenê zilam beşar in, lê tîmên jinan jî beşdar in, rahênereke lîstikvanên jin yên dibistana Pilingên Taykwando da zanîn ku heta niha wan 4 medalya bi dest xistine û ew dixwazin yên zêdetir jî bi dest bixin.
 
Di yarîgeha lîstikê de, cemawer û listikvanên tîmên ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê ala Kurdistanê jî bilind kir.