Şam.. Kurdek dermanê bi sedan zarokên nexweş li Sûriyê dabîn dike

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Tendirûstiyê ya Sûriyê û kompaniya Kulalac a berhemanîna şîrê zarokan rêkeftinek ji bo dabînkirina şîrê taybet bi zarokên nexweşiya "PKU" li Sûriyê, îmze kir.

Rêveberê kompaniya Kulalac Hozan Mihemed ku Kurd e, 5 milyon dolar terxan kirin ji bo dabînkirina şîrê taybet bi vê nexwşiyê. Ew şîr ji bo 250 zarokên nexweş bo heyama 3 salan bêberamber tê pêşkêşkirin.
  
Şîrê taybet bi vê nexweşiyê gelekî buhaye, kêm tê dîtin û gelek malbat nikarin bi dest bixin.

Nexweşiya "PKU" yek ji nexweşiyên zikmakî ye, û dema zarok pê dikevin, rastî gelek pirsgirêkan di mejî û pêşketina tevger û karînên hişmendiyê de tên.

Kompaniya Kulalac piştî 3 salan ji lêkolînên zanistî, şîrê taybet ji vê nexweşiyê re berhem anî.

Li ser asta cîhanê jî hejmareke gelekî kêm ji kompaniyan vî şîrê berhem tînin û li gelek welatan bi zehmetî bi dest dikeve.

Dabînkirina şîr ji van nexweşan re barê malbatên wan sivik dike û derfetekê jî dide wan zarokan ku jiyaneke normal di nav civata xwe de bijîn.